Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) êrişa mûşekî ya Îranê ya li hêzên Pêşmergeyan şermezar kir.
Hevpeymaniyê bangî welatên hevpeyman û civaka navneteweyî kir ku li hemberî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê bertekeke bilez nîşan bidin.
Banga lezgîn ji bo civaka navneteweyî
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê derbarê êrişa vê sibehê ya li hêzên Pêşmergeyan daxuyaniyek belav kir.
Êriş li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ve hatibû kirin.
Di daxuyaniyê de amaje bi şehîdketina 6 Pêşmergeyan û birîndarbûna 30 Pêşmergeyên din hat kirin ku Wezareta Pêşmergeyan jî vê sibehê ev yek ragihandibû.
Hevpeymaniyê sersaxî da malbatên şehîdan, xelkê Herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmergeyan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Hevpeymaniyê her wiha êrişên Komara Îslamî ya Îranê û hêzên nêzîkî wê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
