Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê 25 kesên beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûbûn bi hinceta "propagandaya PKKyê" hatin desteserkirin.
Polîsan tundî bi kar anî
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, piştî destpêkirina lêpirsînekê ya ji aliyê Serdozgariya Komarê ya Bedlîsê ve, hêzên ewlehiyê li navçeyên Tetwan û Xelatê bi ser gelek malan de girt.
Hêzên ewlehiyê di serdegirtinan malan de 25 kes bi hinceta "propagandaya rêxistinê" desteser kirin.
Hat ragihandin ku di dema serdegirtina malan de, polîsan li hemberî desteserkiriyan û endamên malbatên wan tundî bi kar aniye.
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û Stenbola Tirkiyeyê jî bi biryara dadgehê 27 kes bi hinceta propagandaya PKKyê hatibûn girtin.
