Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Herêma Kobaniyê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Îbrahîm Mislim, li gel rûspiyên eşîrên Kobaniyê bi Parêzgarê Helebê re civiya.
Piştî civînê, 10 dîlên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li Dêr Hafirê hatibûn girtin, hatin berdan.
Îbrahîm Mislim ji Rûdawê re da zanîn ku ew ji bo berdana hemû dîlan hewl didin.
Mislim her wiha qala pirsgirêka kehrebeyê kir û got ku ew li ser çêkirina kehrebeya Kobaniyê xebitîne.
Wî da zanîn ku amûrên kehrebeya Kobaniyê yên li Bendava Tişrînê demeke dirêj e nehatibûn guhertin û têk çûbûn.
Mislim diyar kir ku wan ew xeta ku avê digihîne Kobaniyê jî li gundê Şêxlerê çareser kir.
