Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Parêzgarê Kirmaşanê ragihand ku bi mûşekan êrişî çend yekeyên nîştecihbûnê hatiye kirin û di encamê de 8 kes mirine.
Êriş berê sibehê îro bi mûşekan li Taxa Çeqagulanê ya navenda parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hate kirin.
Alîkarê Parêzgarê Kirmaşanê Behram Suleymanî diyar kir ku di encama êrişê de çend avahî hilweşiyane û 8 kesan canê xwe ji dest da.
