Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û got, "Êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî binpêkirina serweriya Îraqê ye"
Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm derbarê êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.
Emar Hekîm di peyama xwe de got, "Ez bi tundî wê destdirêjiya ku li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li parêzgeha Dihokê hat kirin şermezar dikim."
Emar Hekîm ragihand ku ev êriş "karekî metirsîdar e" û binpêkirina serweriya niştimanî ya Îraqê ye.
Hekîm her wiha diyarkir ku karên bi vî rengî gefê li ewlehî û aramiya Îraqê dixwin û daxwaz kir ku ji bo parastina ewlehiya welat hewlên ewlehiyê bên zêdekirin.
Sudanî û Nêçîrvan Barzanî bi telefonê axivîn
Ev helwesta Emar Hekîm di demekê de ye ku her îro Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî di pêwendiyeke telefonî de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, êriş şermezar kir.
