Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi peyamekê êrişa bi dronê ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kir.
Eraqçî îdia kir ku Amerîka û Îsraîl êriş kiriye.
Wezareta Karên Derve ya Îranê peyama Ebas Eraqçî belav kir.
Ebas Eraqçî di peyama xwe de ev êriş wekî "êrişeke terorîstî" bi nav kir.
Wî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hêviya tenduristiyeke baş xwest.
"Hewldana nîfaq û dubendiyê"
Ebas Eraqçî, Amerîka û Îsraîl ji aloziya li herêmê berpirsyar dîtin û ev îdia anîn zimên:
"Dîrokeke dûdirêj a rejîma Siyonîst û Amerîkayê heye.
Ew di navbera welatên herêmê û cîranan de tovên nîfaqê diçînin û dubendiyê çêdikin.
