Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir.
Pervîn Buldanê li ser hesabê xwe yê platforma Xê daxuyaniyek parve kir û got:
"Ez êrişên ku îro ji aliyê hêzên Îranê ve li Dihok û Hewlêrê hatin kirin û bombebarankirina mala Birêz Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar dikim.
Ji birêvebiriya Herêma Kurdistanê û gelê Kurd re derbasî be."
Çi qewimîbû?
Doh mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê ji aliyê komên çekdar ên derveyî qanûnê ve bi dronan hat armanckirin.
