Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Giştî ya Rûsyayê ya Hewlêrê "dilgiraniya xwe ya kûr" a li ser êrişên berdewam ên mûşek û dronan ên li axa Herêma Kurdistanê anî ziman.
Rûsyayê bal kişand ser wê yekê ku ev êriş bûne sedema şehîdketina hejmarek Pêşmergeyan û lêdana binesaziya sivîl ku mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di nav de ye.
Konsulxaneya Rûsyayê ya Hewlêrê ragihand:
"Em her kiryareke ku bibe sedema zêdebûna alozî û nearamiyê li Îraqê bi tundî şermezar dikin."
Konsulxaneya Rûsyayê bangî hemû aliyan kir ku îradeya xwe biparêzin û nakokiyan tenê bi rêyên siyasî û dîplomatîk çareser bikin.
Her wiha sersaxî ji malbatên qurbaniyên êrişên li Herêma Kurdistanê re xwest û hêviya xwe anî ziman ku rewşa herêmê di demeke nêzîk de asayî bibe.
Doh çend êrişên bi dronan li Dihokê hatin kirin.
