Hewlêr (Rûdaw) - Baba Şêxê Kurdên Êzidî Şêx Elî Şêx Îlyas, êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir.
Baba Şêxê Kurdên Êzidî Şêx Elî Şêx Îlyas ev kiryar wekî "karekî metirsîdar" pênase kir ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dike armanc.
Her wiha diyar kir ku ev yek ji bo aştiya civakî ya li hemû herêmê gefek e.
Baba Şêx tekez kir ku ev êriş ne tenê li dijî kesayetiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.
Wî anî ziman ku ev kiryar destdirêjiya li ewlehî û silametiya hemû takekesên gelê Kurdistanê ye.
Şêx Elî Şêx Elyas eşkere kir ku “Cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî bi helwestên xwe yên aştiyane tê naskirin” û bal kişand ser hewlên Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo xurtkirina têgihiştinê.
