Hewlêr (Rûdaw) - Dewleta Qeterê êrişa li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li parêzgeha Dihokê bi tundî şermezar kir.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
“Em li dijî tundûtûjiyê ne”
Di daxuyaniyê de helwesta neguher a Qeterê hate ducarekirin.
Wezaretê diyar kir ku Qeter li dijî tundûtûjî, teror û karên sûcdariyê ye û sedem û motîvên wan çi dibin bila bibin ew wan bi tundî red dikin.
"Em têkbirina aramiya Îraqê red dikin"
Wezareta Karên Derve ya Qeterê her wiha destnîşan kir ku ew êriş aramiya herêmê xera dikin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Qeterê hemû wan kar û kiryaran bi awayekî teqez red dike ku ewlehî û aramiya Komara Îraqê ya bira têk dibin."
Her wiha Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid bi rêya telefonê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî geriya. Mihemed Bin Zayid di vê pêwendiya telefonî de ew êriş bi tundî şermezar kir.
