Hewlêr (Rûdaw) – Aliyên Şîe yên Îraqê êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî fitneyê pênase dikin.
Piştî êrişa bi dronê ya li ser bajarê Dihokê û hedefgirtina mala Serokê Herêma Kurdistanê, aliyên siyasî yên Îraqê nerazîbûn nîşan da.
Aliyên Şîe ev êriş wekî "rûdaneke xeternak" û hewldanekê ji bo têkdana "yekrêziya niştimanî" û "derxistina fîtneyê" bi nav kir.
Roja şemiya borî, bi dronan êrişî sînorê parêzgeha Dihokê hat kirin û yek ji wan dronan mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir hedef.
Nêçîrvan Barzanî li ser êrişî hişyarî da û got, "Komek maf bide xwe ku êrişî cihê Serokê Herêma Kurdistanê bike, ev rûdaneke xeternak e."
Her wiha Serok Mesûd Barzanî jî ragihand ku ji destpêka şer ve pênc caran êrişî baregehên wan hatiye kirin û got, "Lê em bê deng man da ku dilgiranî û hêrsê di nav gel de çênekin."
Dewleta Yasayê: Êriş yekrêziya niştimanî lawaz dike
Birêvebirê Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî ji Rûdawê re ragihand ku ew êrişên li ser Herêma Kurdistanê û mala serkirdeyên wê tên kirin, ji aliyê kîjan aliyê ve bin jî red dikin.
Her wiha ji Dewleta Yasayê Hişam Rûkabî jî got, “Karên bi vî rengî dibin sedema lawazbûna yekrêziya niştimanî ya li welêt."
Esaîb Ehlî Heq: Pêwîst e encamderên êrişê werin eşkerekirin
