Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku Îran û komên çekdar ên Îraqê 474 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.
PDKyê amarên wan êrişan belav kirin ku di heyama 30 rojên borî de li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Li gorî amaran, “Îran û milîsên Îraqî" bi sedan caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.
Li gorî agahiyên PDKyê, Supaya Pasdaran a Îranê di heyama mehekê de 179 êriş kirine.
Her wiha, komên milîs ên li Îraqê ku budceya wan ji aliyê hikûmeta federal ve tê dayîn, 295 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.
Herî zêde êriş li Hewlêrê hatine kirin
Amar nîşan didin ku herî zêde êriş li parêzgeha Hewlêrê hatine kirin:
- Hewlêr: 370 êriş
- Silêmanî: 90 êriş
- Dihok: 11 êriş
- Helebce: 3 êriş
Di êrişan de cureyên cuda yên çek û taktîkan hatine bikaranîn.
