Hewlêr (Rûdaw) – Weşana Tora Medyayî ya Rûdawê ya ji bo şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, li ser platformên medyaya civakî ji 3,72 milyar caran temaşekirin derbas kir.
Rûdawê bi vê hejmarê re li ser asta medya Îraq, Kurdistan û herêmê rekoreke nû tomar kir.
Rûdawê ji mûşeka ewil a şer ve ango ji 28ê Sibatê ve bi nûçe, vîdeo û zanyariyên şer bi her du zaravayên Kurdî û sê zimanên din bi lezeke bêhempa gihandin bîner û bikarhênerên xwe.
Tora Medyayî ya Rûdawê cara ewil ji bo piştrastkirina zanyariyan di weşanên xwe de sûd ji hişê çêkirî (AI) wergirt.
Vê yekê wiha kir ku zanyarî û vîdeoyên Rûdawê rojane bibin jêderên sereke ji bo medyaya cîhanê û bikarhênerên tora Xê.
Her çi qas navenda Rûdawê li Herêma Kurdistanê be jî, jêhatîbûn û profesyoneliya tîmên wê sînor derbas kirine.
Beşeke zêde ya bîneran ew kes in ku Rûdawê naşopînîn lê platformên medyaya civakî wekî pêşniyar nûçeyên Rûdawê nîşani wan dane.
Ji xeynî medyaya civakî, malpera Rûdawê jî di vê mehê de nêzîkî 60 milyon caran hatiye ziyaretkirin.
