Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê bi dronan êrişî depoyeke rûnê otomobîlan hat kirin û şewateke mezin heye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw derbarê êrişî daxuyanî da û da zanîn ku di encama van êrişan de agirekî mezin derketiye.
Ji ber zêdebûna agir, tîmên agirvemirandinê neçar man ku ji cihê rûdawê vekişin.
"3 dron li depoyê ketin"
Umêd Xoşnaw li ser êrişan got, "Êrişa yekem demjimêr 07:30yî sibehê pêk hat.
Tîmên Parastina Sivîlan ji bo kontrolkirina rewşê çûn cihê bûyerê."
Umêd Xoşnaw diyar kir ku dema tîm dixebitîn, demjimêr 08:40î jî drona duyem li heman cihî xist.
Bi gotina Umêd Xoşnaw zincîreya êrişan nesekinî û demjimêr 10:20î drona sêyem jî li depoyê da.
Parêzgarê Hewlêrê her wiha got, "Bi giştî 3 dron li depoyê ketin. Droneke din jî berî ku bigihêje armanca xwe, li asmanan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat teqandin."
"Ti tişt nemane ku neşewitî bin"
Umêd Xoşnaw li ser vekişîna tîmên hawarçûnê jî daxuyanî da û got:
"Ji bo parastina canê karmendên hêzên ewlehiyê û tîmên Parastina Sivîlan, me xwest ew ji cihê rûdawê dûr bikevin.
Ji ber ku cih 3 caran hat bombebarankirin û agir gelekî mezin bû.
