Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku "serokkomarê nû yê rejîma Îranê" daxwaza agirbestê ji wî kiriye.
Trump gef xwar û got, heta ku Tengava Hurmizê bi temamî ji trafîkê re neyê vekirin dê êriş bidomin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê daxuyaniyek da.
Trump di daxuyaniya xwe de li ser rûdanên şerê bi Îranê re zanyariyên girîng parve kirin.
Wî di destpêka peyama xwe de ji bo “serokê nû yê Îranê” îfadeyên erênî bi kar anîn û eşkere kir ku ji Tehranê daxwaza agirbestê hatiye.
"Ji yên beriya xwe gelekî zîrektir e"
Trump “Serokkomarê nû yê Îranê” bi yên beriya wî re da ber hev û got:
"Serokkomarê nû yê rejîma Îranê, li gorî yên beriya xwe gelekî kêmtir radîkal bûye û gelekî zîrektir e.
Wî nû ji Amerîkayê daxwaza agirtbestê kir!"
