Hewlêr (Rûdaw) - Hasîp Avşarê 51 salî yê ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2yan a Amedê de dihat girtin, piştî 31 salan hat berdan.
Hasîp Avşar sala 1995an li navçeya Kuşadasiyê parêzgeha Aydinê ya Tirkiyeyê hatibû desteserkirin.
Ew di Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê de hat darizandin û cezayê muebetê lê hat birîn.
Avşar di 31 salan de di girtîgehên Çankiri, Yozgat, Kirikkale, Bolu, Çewlîg, Aksaray, Sêrt û Sincanê de ma.
Her çend diviyabû ew 30yê Adara 2025an bihata berdan jî, berdana wî 2 caran bi biryara Komîteya Birêvebir û Çavdêriyê hat astengkirin.
Komîteyê bi hinceta ku wî "poşmanî" qebûl nekiriye, rê li ber azadiya wî girtibû.
