Hewlêr (Rûdaw) - AFADê ragihand ku li navçeya Tuşbayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5,2 pileyan çêbûye.
Hat ragihandin ku navenda erdhejê navçeya Tuşbayê ye û saet 08:52yan çêbûye.
AFADê piştî erdhejê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku piştî erdheja bi hêza 5,2 pileyan a li navçeya Tuşbayê heta niha ti rewşeke neyînî rû nedaye.
Di daxuyaniya AFADê de hat gotin:
"Erdheja ku saet 08:52yan li Wanê çêbû li parêzgehên me yên Agirî, Bedlîs, Îdir û Colemêrgê jî hat hîskirin.
Heta vê kêliyê ti rewşên neyînî nînin.
Xebatên tîmên me yên li qadê didomin.
