Hewlêr (Rûdaw) – Îşev bi dronan êrişî bajarên Koye, Hewlêr û Silêmaniyê hat kirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, îşev bi 4 dronên bombebarkirî êrişî bajarê Koyeyê hate kirin.
Hemû dron teqiyan lê ti zererên canî çênebûn.
Her wiha, li navenda bajarê Silêmaniyê dronek li nêzîkî projeyeke xaniyan ket xwarê û ti zererên wê tune bûn.
