Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar, lêkoler, rewşenbîr û Kurdologê Kurd Mehmed Emîn Bozarslanê ku beriya bi mehekê li Swêdê koça dawî kiribû îro li Amedê hat bibîranîn.
Di çalakiyeke ku ji aliyê Weşanxaneya Dengê ve hatibû organîzekirin de behsa jiyan û xebata Mehmed Emîm Bozarslan hat kirin.
Çalakiya bîranînê li Salona Konferansê ya DTSOyê hate lidarxistin. Di bernameya ku ji aliyê Weşanxaneya Dengê û malbata Bozarslan ve bi hev re hatibû amadekirin de, gelek weşanger, nivîskar, siyasetmedar û welatî amade bûn.
Bername bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê Desteya Weşanê ya Weşanxaneya Dengê Bayram Bozyel axivî.
35 berhemên wî hatin çapkirin
Bozyel di axaftina xwe de bal kişand ser peywendiya Bozarslan a bi Weşanxaneya Dengê re ya ku sala 1989an hatiye damezirandin.
Bayram Bozyel diyar kir ku heta niha wan 35 berhemên Bozarslan çap kirine û ew bi vê yekê serbilind in.
Bozyel her wiha eşkere kir ku li gorî biryara malbatê, ew dê hemû berhemên nivîskar û yên ku heta niha nehatine çapkirin jî di demên pêş de yek bi yek bi xwîneran re bigihînin hev.
"Oxir be apê gelê xwe"
Li ser navê Malbata Bozarslan, rojnameger Mahmut Bozarslan axivî.
Mahmut Bozaraslan anî zimên ku mamê wî ne tenê mamê wî ye lê ew "mamê hemû miletê Kurd" bû.
Di çalakiya bîranînê de gelek kesayetên wekî Malmîsanij, weşanger Suleyman Çevik, nivîskar Amed Tîgrîs, nivîskar Şerefxan Cizîrî, Bedirxan Epözdemir û hevalê zindana Mehmed Emîn Bozarslan Recep Olçer jî amade bûn.
Mehmed Emîn Bozarslan kî ye?
Mehmed Emîn Bozarslan, sala 1935an li navçeya Licê ya Amedê ji dayîk bûye.
Piştî xwendina xwe temam kiriye dest bi meletiyê kiriye.
Pişt re li wê herema ku ji dayîk bûye, dest bi miftîtiyê kiriye.
