Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bersiva Serokê Amerîkayê Donald Trump da û ragihandin ku wan ti çek yan alîkariya leşkerî ji Amerîkayê wernegirtiye.
Partiyan destnîşan kir ku çekên di destê wan de "yên kevn in û ne yên niha ne."
Donald Trump îro ragihandibû ku wan bi rêya Kurdan çek ji bo xwenîşanderên Îranî şandine. Trump gotibû, "Ez bawer dikim Kurdan ew çek ji bo xwe birin."
"Em ne agahdar in"
Endamê Mekteba Siyasî ya Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Kako Elyar ji Rûdawê re got, "Wekî partî, ti çek ji bo me nehatiye û me wernegirtiye.
Em qet ji mijarê ne agahdar in. Berê behsa vê nehatiye kirin û kesî li ser vê bi me re xeber nedaye."
Berpirsê Peywendiyan ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mihemednezîf Qadirî jî ji Rûdawê re wiha axivî, "Siyaseta me ne ew e ku em xwenîşandanan bi rêkarên tund û tîj bikin.
Em daxwazên xwe bi şêweyeke sivîl û aştiyane dikin. Ew gotinên Trump bêbingeh in.
Çekên me yên berî 47 salan in ku di şerê li dijî Komara Îslamî de ketine destê me, hinek jê jî me ji bazarê kirîne."
