Hewlêr (Rûdaw) - Almaz Romî ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve wekî Seroka Şardedariya Kobaniyê hat destnîşankirin û îro destnîşankirina wê li Helebê bi awayê fermî tê ragihandin.
Çavkaniyeke taybet a ji Kobaniyê ji Rûdawê re da zanîn ku Almaz Romî îro diçe Helebê û dê civînek bê lidarxistin û destnîşankirina wê bi awayê fermî were ragihandin.
