Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku "şeva borî komên terorîst bi 4 dronan êrişî baregeheke Pêşmergeyan kiriye."
Wezaret ji Bexdayê daxwaz dike ku helwesta wan hebe, eger na ew dê bê deng nemînin û dê helwesteke wan a din hebe.
Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Pêşmergeyan got, "Komên terorîst ên ji qanûnê derketî bi rêya 4 dronên bombebarkirî êrişî baregeheke Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Ev êriş di demekê de ye ku di çend rojên borî de jî li cihên cuda yên Herêma Kurdistanê gelek êrişên bi vî rengî li baregehên Pêşmergeyan hatine kirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku van rêzeêrişan ziyaneke mezin a canî û madî bi xwe re aniye.
Wezaretê her wiha got, "Ev êriş bi eşkereyî û li ber çavên artêş û hêzên ewlehiyê yên Îraqê li Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan tên kirin."
Hişyariya li ser bêdengiya Bexdayê
Wezareta Pêşmergeyan ji bêdengiya Bexdayê dilgiran e û dibêje:
"Tevî berdewamiya van destdirêjiyan, heta niha Hikumeta Federal, Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar, Fermandariya Operasyonên Hevbeş û saziyên ewlehiyê yên Îraqê ji bo rêlibergirtina van êrişên têkder ti helwesta wan a cidî nebûye."
Wezaretê hişyarî da û got, "Divê ev destdirêjî bi lez bên rawestandin û tawanbar werin cezakirin.
