Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser şehîdxistina du hevjînên Hewlêrî peyamek belav kir û diyar kir ku ev êriş tawanên şer in.
Mesrûr Barzanî ragihand ku ev êriş "tawana şer e" û wî ew kiryar bi tundî şermezar kir.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî dronek li gundê Zergezewiyê yê devera Ziraretiyê (Hewlêr) ketiye.
Li gorî gotina Parêzgar, dron rasterast li maleke sivîlan ketiye û Mijde û hevjînê wê Mûsa Zirarî şehîd ketine.
"Ev tawaneke qirêj e"
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser şehîdketina wan de wiha got:
"Ez bi bihîstina nûçeya êrişa bi dronan a li ser mala Pêşmergeyekî ya li Hewlêrê gelekî xemgîn û dilgiran im.
