Amed (Rûdaw) - Li Amedê pêşangeha şirketên zincîr ên xwecihî yên bazirganiya perekende dikin dest pê kir.
Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Federasyona Firoşkariya Perekende bi hevkariya hev vê pêşangehê li dar dixin.
Ji bo pêşangehê ji 81 bajaran 49 şirketên hilberîner û dabînker beşdar in.
Pêşangeh ji bo 2 rojan e û dê sibe bi dawî bibe.
Armanca lidarxistina pêşangehê geşkirin û nîqaşkirina bipêşxistina sektora firotina perekendeyê ye.
Berpirsê pêşangehê Welat Ektîrîcî diyar kir ku ev pêşangeh heta niha 15 sal in her li Stenbolê dihat lidarxistin û got:
"Federasyona firoşkaran li wir çêdikirin. Ev cara yekem e ku li Amedê tê lidarxistin."
Ji 81 bajaran 49 şirketên dabînkirinê yên xwecihî dê du rojan dan û standinên xwe bikin û li ser bipêşxistina sektora firotinê biaxivin.
Şirketên mezin standên xwe vekirin
Osman Daghanê beşdar li ser pêşangehê anî ziman:
"Li vî welatî kîjan marketên firotina hûrdeyî dikin yên xwecihî hebin ew îro li vir in.
Şirketên mezin jî hatine li vir standên xwe vekirine."
