Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya pevguhertina dîlan de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 90 dil berdan û Hikûmeta Sûriyeyê jî 400 dîlên HSDyê berdan.
Birêvebiriya Ragihandinê ya Hisîçayê (Hesekê) ya ser bi Hikûmeta Sûriyeyê ve daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nûnerê Serokatiya Sûriyeyê Ziyad El Ayiş û şandeya pê re gihîştine Foca Milêbiyeyê ya li gundewarê Hisîçayê.
Armanca wan ew e ku çavdêriya berdana karwanî sêyem ê dîlên li cem Şam û HSDyê bikin.
Ev pêngav wekî cîbicîkirina peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an tê kirin.
400 dîlên HSDyê tên berdan
Birêvebiriya Ragihandinê ya Hisîçayê îro da zanîn ku 90 dîlên ku HSDyê ew berdane gihîştine herêma Milêbiyeyê ya li gundewarê Hisîçayê.
