Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Dana Gasê ragihand ku wê li Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê yê dest bi hilberîna gazê kiriye.
Hilberîna gazê di çend hefteyên borî de ji ber şerê Îranê hatibû rawestandin yan jî bi bi navber dihat kirin.
Şirketê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku wê di wê heyamê de bi hevahengiya li gel aliyên hikûmetê bi baldarî tevgeriyaye.
Dana Gasê tekez kir ku wê ewlehiya karmendan û parastina samanên xwezayî xistiye di ser her tiştî re.
Dana Gasê wekî tedbîreke parastinê, piştî destpêkirina Şerê Îranê yê 28ê Sibatê, hilberîna gazê li Kormorê rawestandibû.
