Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Serhedê yên Bakurê Kurdistanê berf û sermayê bandoreke neyînî li jiyana rojane kir.
Ji ber berf û bahozê, li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Qers û Erdexanê bi giştî rêyên 355 gund û navendan li ber çûn û hatine hatin girtin.
Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê 317 rê girtî ne
Li gorî agahiyan, li herêma Wan,Bedlîs, Mûş û Colemêrgê ji ber şert û mercên xirab ên hewayê rêyên 317 cihan hatin girtin.
Wan: 37 tax û 56 mezrayan ku bi giştî dike 93 cih, rêyên wan hatin girtin. Keleha Wanê ya dîrokî û bajarê Wanê yê kevin bi berfê spî bûn.
Colemêrg: 58 gund û mezra bê rê man. Li navçeya Geverê jî berfê jiyan zehmet kir û şofêr di rêyan de asê man.
Bedlîs: Birêvebirê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Bedlîsê Umît Kurtkan ragihand ku rêyên 111 gundan hatin girtin.
Mûş: Serê sibehê berfê dest pê kir û rêyên 55 gundan hatin girtin.
