Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got, “Ez hêvî dikim ev sersal bibe destpêka saleke tijî serkeftin û aramî.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî (Çarşema Sor) peyameke pîrozbahiyê belav kir
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku Herêma Kurdistanê wekî her tim dê ji bo hemû pêkhateyan wekî welatê bihevrejiyan, efû û hevdûqebûlkirinê bimîne.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha da zanîn ku ew dê her wekî piştgir û parastvanê maf û daxwazên rewa yên Êzîdiyan bimînin.
Çarşema Sor
Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî ku wekî “Çarşema Sor” tê naskirin, yek ji cejnên herî pîroz û kevnar ên dînê Êzîdiyan e.
Ev cejn her sal roja çarşema ewil a meha nîsanê (li gorî salnameya Rojhilatî) tê pîrozkirin.
