Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkî 300 girtiyên HSDyê li cem hikûmeta Sûriyeyê mane û ew dê di demeke nêzîk de werin azadkirin.
Ehmed Hîlalî ji Rûdawê re diyar kir ku di pêvajoya berdanê de bipêşketineke berbiçav heye û heta niha ji her du aliyan zêdetirî 1500 girtinyan hatine berdan.
Hîlalî got ku nêzîkî 500 girtiyên din bi sûcên cuda di girtîgehên HSDyê de mane.
Her wiha derdora 300 dilên HSDyê jî hene ku dê di demeke nêzîk de werin berdan.
Hîlalî derbarê dema azadkirina wan de jî got, "Em di qonaxên dawî yên temamkirina vê dosyayê de ne."
1070 girtî û winda hebûn
Beriya niha Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî gotibû ku 1070 girtî û windayên wan li cem hikûmeta Sûriyeyê ne.
Encûmena Malbatên Şehîdan a Kobaniyê jî ji Rûdawê re ragihand ku tenê ji Kobaniyê 100 girtî hene ku navên wan hatine belgekirin.
Zêdetirî 200 şervanan tên azadkirin
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed doh ji Rûdawê re ragihandibû ku di demeke nêzîk de dê zêdetirî 200 dîlên HSDyê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve werin berdan.
Nûredîn Ehmed diyar kir ku 13ê Nîsana 2026an, 34 girtî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatine berdan.
