Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê li dijî dibistanekê êrişa çekdarî hat kirin û di êrişê de mamosteyek û 3 xwendekar hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê jî li dibistanekê dengê çekan hat.
Li gorî agahiyan, li navçeya Onikişubatê ya Mereşê li Dibistana Navîn a Ayşel Çalikê dengê çekan hat bihîstin.
Li ser agahdarkirinê, gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tê gotin ku li cihê bûyerê gelek kuştî û birîndar hene.
Daxuyaniya Parêzgar
Parêzgarê Mereşê Mukerrem Unluer ragihand ku li Dibistana Navîn a Ayser Çalikê êrişeke çekdarî pêk hatiye.
Unluer diyar kir ku heta niha sedema êrişê nayê zanîn.
Mukerrem Unluer ragihand ku bûyer pir nû ye û li ser êrişê wiha axivî:
"Niha êrişek heye. Li dibistaneke me bûyereke xemgîn rû da. Zanyarî gihîşt me ku birîndar hene.
Mixabin kuştî jî hene. Em bi hûrgilî li ser mijarê lêkolînê dikin."
Parêzgarê Mereşê di daxuyaniyeke din de da zanîn ku êriş ji aliyê xwendekarekî dibistanê ve hatiye kirin û di êrişê de 4 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ji kuştiyan yek mamoste ye û 3 jî xwendekar in.
