Hewlêr (Rûdaw) - Bi mûşekan êrişî kampên Zirgwêz û Zirgwêzeleyê yên li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.
Berpirsekî Komeleyê jî diyar kir ku di êrişan de ti ziyanên canî çênebûne.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele) yê Hewlêrê Elî Rencberî li ser êrişê ji Rûdawê re axivî.
Elî Rencberî got, "Îro piştî nîvro bi mûşekekê êrişî kampên Zirgwêz û Zirgwêzelleyê yên li Silêmaniyê hat kirin."
Li gorî agahiyên ku Elî Rencberî dane, di êrişê de ti ziyanên canî çênebûne û mûşek li goristaneke nêzîkî kampan ketiye.
Êrişên rojên borî
Doh êvarî jî bi dronekê êrişî Kampa Dêgeleyê ya li parêzgeha Hewlêrê hat kirin û di encamê de zererên madî çêbûn.
14ê Nîsanê jî bi du dronan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.
