Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand ku ew her ji destpêkê ve li dijî Peymana Otêla Reşîdê bûne ku bi wê peymanê parêzgarê Kerkûkê û postên din hatin diyarkirin.
Mehmûd Mihemed her wiha destnîşan kir ku rewşa niha encam û berdewamiya wan bazariyan e.
Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed posta parêzgariyê ya Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.
Mehmûd Mihemed di daxuyaniya xwe de li ser rewşa Kerkûkê axivî û got:
"Derbarê vê rewşa ku li Kerkûkê derketiye pêş, em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê her tim piştgiriyê didin mafên pêkhateyên Îraq û Herêma Kurdistanê.
Em bi awayekî eşkere radigihînin ku aramî û bipêşketina welatê me bi dabînkirina mafên rewa yên hemû pêkhateyên neteweyî, olî û mezhebî ve girêdayî ye.
Em di wê baweriyê de ne ku Kerkûk navenda bihevrejiyana hemû pêkhateyên xwe ye."
"Em li dijî wan bazariyan bûn"
Mehmûd Mihemed diyar kir ku helwesta partiya wan zelal e û pê de çû:
"Em li dijî wan bazariyên bêyî niyetpakiyê bûn ku li Otêla Reşîdê hatin kirin.
Ev bazarî bêyî beşdariya aliyên siyasî yên ku nûnertiya xelkê berxwedêr ê Kerkûkê dikin, li ser vî bajarê delal hatin sepandin.
