Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê û hejmarek rewşenbîr û çalakvanan, derbarê şehîdketina Pêşmerge Xezal Mewlanê de dilgiraniya xwe ya kûr ragihand.
Wan nexweşxane bi "xemsariyê" tometbar kirin.
Xezal Mewlan, keçeke 18 salî ya ji Rojhilatê Kurdistanê bû.
Xezal Mewlan 14ê Nîsanê, di encama êrişeke dronî ya Îranê de ya li ser kampeke li navçeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê bi giranî birîndar bû.
Piştî ku ew veguhastin Silêmaniyê, ji ber ku li çend nexweşxaneyan nehat wergirtin, şehîd ket.
"Nexweşxaneyan ew qebûl nekir"
Desteya Mafên Mirovan dibêje, Xezal di destpêkê de birine nexweşxaneyeke fermî lê bi hinceta nebûna pêwîstiyan ew şandine nexweşxaneyeke taybet.
Li wir jî nexweşxaneyên taybet bi hinceta ku "ji bo dermankirina birîndarên bûyeran destûra wan a polîsan nîne", wergirtina wê red kirine.
Desteyê diyar kir, "Dermankirina nexweş mafê herî bingehîn ê mirovan e û nabe bi ti hincetê were paşguhxistin."
Her wiha amaje bi wê yekê hatiye kirin ku piştî mirina wê, rê li ber wê hatiye girtin ku li mizgeftê merasîma şûştin û kefenkirina wê bê kirin.
Ev yek wekî tiştekî "li dijî pîvanên civakî û olî" hatiye binavkirin, ji ber ku mizgeft mala Xwedê ye û nabe rê li ber kesî bê girtin.
"Nexweşxaneya Bexşîn û Asyayê berpirsiyar in"
Li aliyê din, hejmarek rewşenbîr, hunermend û çalakvanên sivîl di daxuyaniyeke hevbeş de, nexweşxaneyên Bexşîn û Asyayê wekî berpirsiyarên sereke yên mirina Xezalê dibînin.
