Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel destûra lêpirsînê da.
Piştî vê biryarê, di demeke kurt de li ser parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel dest bi lêpirsînê hat kirin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Navxwe hatine wergirtin, bi fermana Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî li ser îdiayên derbarê parêzgarê berê Tuncay Sonel dest bi lêpirsînê hat kirin.
Wezaretê ji bo lêkolîna wan îdiayan mufetişekî mulkiyeyê erkdar kir.
Di çarçoveya lêpirsînê de dê hemû îdiayên li ser Sonel bi hûrgilî werin lêkolînkirin.
Xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020an ve winda ye.
Di çarçoveya lêpirsîna windabûna wê de di rojên borî de 13 kes hatibûn desteserkirin.
Di nav kesên desteserkirî de hevalê Gulistan Dokuyê Zeynel A., dêya wî Cemîle Y. û zirbavê wî Engîn Y. hebûn.
Her wiha kurekî parêzgarê berê yê bi navê Mustafa Turkay Sonel û parêzvanê parêzgarê berê Şukru E. jî di nav desteserkiriyan de bûn.
Doh êvarî ji wan gumanbaran du kes hatin girtin û ji bo du kesan jî biryara kontrola dadî hat dayîn.
