Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawa Behramî diyar kir ku di du êrişên li ser hêz û kampên hêzên Rojhilatê Kurdistanê de 3 Pêşmergeyên wan şehîd ketine û 2 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Endamê Desteya Birêvebir û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan a PDKIyê Kawa Behramî ji Rûdawê re got, îro piştî nîvro bi dronan êrişî kampa Cêjnekanê ya li qezaya Behirkeyê ya Hewlêrê hatiye kirin û di encamê de kurê Pêşmergeyekî şehîd ketiye û bavê wî jî birîndar bûye.
Kampa Cêjnekanê kampa malbatên penaberên Rojhilatê Kurdistanê ye.
Kawa Behramî her wiha da zanîn ku her îro bi mûşekan êrişî baregeha partiya wan a li sînorê Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin û di encamê de 2 Pêşmergeyên wan ên jin şehîd ketine û Pêşmergeyeke din a jin jî birîndar bûye.
Li hêla din, PDKIyê berî demekê daxuyaniyek belav kir û tê de hat gotin:
"Êrişa bi dronan a Komara Îslamî ya Îranê ya li ser kampên sivîl ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya li Herêma Kurdistanê bû sedema şehîdketin û birîndarbûna çend kesan."
