Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokê Bereya Gel, ragihand ku ew û birayê xwe Polad Şêx Cengî li zindanê dest bi greva birçîbûnê kirine.
Parêzerekî dozê tekez kir ku grevê dest pê kiriye.
"Em li benda serweriya yasayê ne"
Lahûr Şêx Cengî doh bi rêya rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kir û got, "Ev 8 meh in, dûrî hemû kevneşopiyên dezgehî û yasayî em bi neheqî hatine girtin."
Şêx Cengî diyar kir ku wan heta niha çaverê kiriye da ku dadgeh rêça xwe ya yasayî bigire lê li gorî wî "zextên Bafil Talebanî û Qubad Talebanî li ser dadgeh û dezgehan rê li ber wê yekê digire ku dosyeya wan biçe Dadgeha Temyîzê.”
Hevserokê Bereya Gel her wiha got, "Ji ber vê yekê, min û birayê xwe Polad Şêx Cengî biryar da ku ji îro ve dest bi greva birçîbûnê bikin, heta ku em serweriya yasayê di dosyeya xwe de bibînin."
"Dosye hîn nehatiye şandin"
Parêzerê girtiyan Qadir Axa Mentik îro ji Rûdawê re got, "Ji nîvroya doh ve Lahûr û Polad Şêx Cengî di greva birçîbûnê de ne."
Lahûr Şêx Cengî yekem car di 12ê Çileya 2026an de li Dadgeha Silêmaniyê derket pêşberî dadwer lê dadwer biryara dawî neda û biryar da ku dosyeyê bişîne Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê.
Parêzer Qadir Mentik her wiha got, "Min 9 caran bi fermî daxwaza dosyeya Lahûr Şêx Cengî kir lê tevî biryara dadwerê Silêmaniyê jî, dosyeya wî hîn ji Silêmaniyê ji Hewlêrê re nehatiye şandin."
Parêzer îdîa dike ku dadwer bi hinceta daxwazkirina lîsteya pêwendiyên telefonê hewl dide dosyeyê bi paş bixe.
