Hewlêr (Rûdaw) – Gola Wanê ya li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye û wekî yek ji mîratên xwezayî yên herî giring ên cîhanê tê naskirin, îro bi metirsiyeke mezin a jîngehê re rû bi rû ye.
Bi hatina demsala biharê û zêdebûna barîna baranê re, rûbarên ku ji herêmên gundan derbas dibin, li şûna ku avê bibin nav golê, plastîk û bermayiyên malan ên ku bi salan e hatine komkirin, bi lez û bez li nava Gola Wanê diherikînin Wanê.
Dîmenên ku ji herêmê tên, rûyê rast ê xemsariya birêveberiyên xwecihî û qirkirina jîngehê ya ku bi destê mirovan tê kirin, bi awayekî tirsnak eşkere dikin.
Gol bûye çop û zibilxane
Niştecihên herêmê yên ku her biharê bi heman dîmenan re rû bi rû dimînin, nerazîbûna xwe li hemberî xemsariya birêveberiyên xwecihî û saziyên peywendîdar ên herêmê nîşan da.
Ekosîstem di bin metirsiyê de ye
Pispor û jîngehparêz hişyariyê didin ku ev qirêjiya jîngehê ne tenê xirabûna dîmenan e lê di heman demê de kalîteya ava golê jî têk dibe.
Li gorî pisporan, çopên ku diherikin nava golê, jiyana zîndewerên endemîk ên golê jî tehdît dikin.
