Hewlêr (Rûdaw) Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li ser bûyerên kiryarnediyar got, "Me yekîneyek ava kir. Kuştinên kiryarnediyar û hemû dosyayên ku berê biryara neşopandinê ji bo wan hatibû dayîn, yek bi yek tên vekolandin."
Akin Gurlek piştî Civîna Kabîneyê ya ku bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Serokkomariyê hat lidarxistin, pirsên rojnamegeran bersivandin.
Yekîneyeke taybet ji bo kuştinên kiryarnediyar
Wezîrê Dadê diyar kir ku ew dê li ser kêmasiyan bisekinin û got, "Dosya yek bi yek tên vekolandin da ku were dîtin ka kêmasî hene yan na; bi taybetî ew dosyayên ku di nava civakê de bûne sedema hestiyariyê û nerazîbûnên mezin."
Gurlek destnîşan kir ku her çend dozên her kesî ji bo wan giring bin jî, wan ji bo dozên herî giring yekîneyek ava kiriye û hemû dosya li wê derê kom kirine.
Akin Gurlek li ser xebatên nû wiha axivî, "Vê carê çavên biazmûn dê li dosyayan binerin û ev yek dê gelek tiştan biguherîne.
