Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê bi yekdengiya endamên encumena xwe zimanê Kurdî li logoya odeyê zêde kir.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Mehmet Kaya ragihand ku gava ku wan avêtiye yasayî ye û ti astengiya yasayî li pêşiya zêdekirina zimanê Kurdî ya li ser logoya wan tune:
Mehmet Kaya got, "Em ji berê ve di nav xwe de zimanê Kurdî bi kar tînin. Di vê mijarê de ti pirsgirêk û astengî çênebûne û nînin jî.
Lê belê mijara zêdekirina nivîsa Kurdî ya li ser logoya odeya me pêwîstî bi rêkaran hebû, ew jî diviyabû ji aliyê encumena me ve hatibûya piştrastkirin û biryar li ser hatibûya dayîn.
Me nivîsên xwe amade kirin û paşê jî di encumena Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê de me biryar li ser da."
Dîroka Odeyê û guhertina logoyê
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê sala 1883yan bi navê "Encumena Bazirganiyê ya Diyarbekirê" hatiye damezirandin.
Ew yek ji saziyên herî kevn ên pîşeyî yên Amedê ye û bi giştî 26 hezar endamên wê hene.
Her wiha encumena wê ya kargêriyê ji 43 endaman pêk tê.
Zêdekirina Kurdî wekî bipêşketineke girîng li Kurdistanê tê pêşwazîkirin û bûye rojev.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê her wiha ragihand, berê jî plana wan a guhertina logoyê û zêdekirina zimanê Kurdî hebû û demeke dirêj jî hewlên wan didomîn.
Mehmet Kaya derbarê hûrgiliyên gavan jî ji Rûdawê re wiha anî zimên:
"Ti astengî li pêşiya me nehatin derxistin û kar li gorî yasayan hatin kirin.
Encumena Odeya me ya Bazirganî û Pîşesaziyê heye ku bi temamî ji bazirganan pêk tê.
Wê encumenê bi yekdengî biryara nivîsîna Kurdî ya li ser logoya me da.
Destpêkê plana me ew bû ku em şêweyê logoyê jî biguherin, lê piştre em ji vê yekê poşman bûn û me tenê zimanê Kurdî li ser logoyê zêde kir û pêşkêşî encumena odeya xwe kir.
43 endamên encumena me hene ku hemûyan dengê 'erê' da biryarê. Ji niha û pê ve em dê wê logoyê li hemû cihan bi kar bînin."
Dê Kurdî li tabloyên Odeyê jî were zêdekirin
Di rojên pêş de Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê dê Kurdî li tabloya ser avahiya xwe jî zêde bike.
Mehmet Kaya dibêje, wekî ku di xizmetguzariyan de zimanê dayîkê bi kar tînin, wan di logoyê de jî bi kar aniye.
Kaya her wiha diyar kir ku ew dê zimanê dayîkê (Kurdî) li gel zimanê Tirkî bi kar bînin û Kurdî dê li hemû tablo û logoyan were zêdekirin.
Tablet ji bo xwendekarên ku dersa Kurdî hildibijêrin
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ragihand ku odeya wan salane tabletan li wan xwendekaran belav dike ku dersa bijarte ya Kurdî hildibijêrin.
Kaya her wiha got, "Ev çar sal in em tabletan didin wan hemû xwendekarên li sînorê xwe yên ku dersa bijarte ya zimanê Kurdî hildibijêrin.
