Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê KONGRA-GELê Remzî Kartal ragihand ku diyarkirina statuya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, mijara herî bingehîn û stratejîk a pêvajoyê ye.
Hevserokê KONGRA-GELê Remzî Kartal qonaxa ku pêvajoya aştiyê gihîştiyê, bandora şerê Îranê ya li ser pêvajoyê û rûdanên herêmî ji MAyê re nirxandin.
Remzî Kartal anî zimên ku banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan derfetek afirandiye û got:
"Tevî vê yekê jî dewlet û AK Partiyê hîn tirsa Kurdan a klasîk derbas nekiriye. Em bi pêvajoyeke nêzîkî sal û nîvekê re rûbirû ne.
Rûdanên beriya bangê, dîroka ku bang lê hatiye kirin û heta niha di hemû organên dewletê de pêvajoyeke gotûbêjê ya gelekî kûr tê jiyîn.
Lê belê ya ku xuya dike ew e ku dewletê hîn tirsa Kurdan derbas nekiriye. Tirkiye hîn jî di nav lêgerîna parastina statukoya heyî ya li herêmê de ye.
Ji ber vê yekê jî vê pêvajoyê heta ku ji destê wê tê hêdî dimeşîne û dixe nav demê. Sedema vê yekê jî dîtina encamên rûdanên li herêmê ye."
"Tişta ku li Îranê diqewime rasterast bandorê li pêvajoyê dike"
Kartal bal kişand ser bandora şerê li Îranê û wiha pê de çû:
"Ew li hemberî vê derfeta dîrokî ya ku Rêber Ocalan pêşkêş kiriye hîn tirsên xwe derbas nekirine.
Rêber Ocalan ev derfet pêşkêş kiribû da ku Tirkiye wan pîlanan derbas bike ku hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn afirandine, gelên Rojhilata Navîn ji destêwerdanên navneteweyî biparêze û aştî û demokrasiya di navbera gelan de bi pêş bixe.
Tişta ku li Îranê diqewime rasterast bandorê li pêvajoyê dike.
Berê jî hikûmet li benda encamên rûdanên li Sûriyeyê ma û ew destêwerdanên ku rasterast bi Şamê re li pêvajoyê kirin tên zanîn.
Di wê pêvajoyê de jî dîsa gav hêdî hatibûn avêtin. Niha jî desthilat careke din li pêşhatên Îranê dinêre û dixwaze encamên wan bibîne."
"Tirkiye dişopîne ka dê li Îranê çi bibe"
