Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî di salvegera bombebarana Qeladizê de peyamek belav kir û ragihand, "Bombebarana Qeladizê nîşaneya eşkere ya siyaseta şoven û hovîtiya rejîma berê ya Îraqê bû."
Serok Mesûd Barzanî peyama xwe li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.
Serok Barzanî diyar kir ku bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê ya 24ê Nîsana 1974an bûye sedema şehîdketin û birîndarbûna bi sedan welatiyên bêguneh.
Serok Barzanî anî ziman ku ev êriş nîşaneya eşkere ya siyaseta şoven û hovîtiya rejîma berê ya Îraqê ya li dijî welatiyên sivîl ên Kurdistanê bû û got:
"Ew karesata diltezîn di nav rêze tawanên wê rejîmê yên li dijî gelê me de tawaneke din bû."
