Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelfetiyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di operasyona gendelî û sextekariyê ya li Şaredariya Xelfetiyê de 49 kes hatin desteserkirin.
Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku piştî tesbîtkirina gendelî û sextekariyê ya ji aliyê mifetişên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve, tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Rihayê bi serperiştiya Serdozgeriya Komarê ya Bêrecûkê li Şaredariya Xelfetiyê operasyonek saz kir.
Serdozgeriya Komarê ya Bêrecûkê li ser 51an ku 28 ji wan karmendên hikûmetê ne biryara desteserkirinê da.
Di operasyonê de 49 kes hatin desteserkirin.
Di nav kesên ku hatine desteserkirin de Şaredarê berê yê AK Partiyî û qeyûmê berê Şeref Albayrak jî heye.
Operasyon bi hinceta “avakirina rêxistina tawanê û gendeliyê” hat kirin û pêvajoya dadweriyê didome.
