Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf, baran û bayê gur da.
Wê saziyê bangî welatiyan kir ku li hemberî pêşhatên neyinî yên keşûhewayê tedbîran wergirin.
Nexşeya nû hat belavkirin
Birêvebiriya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nexşeya rewşa keşûhewayê ya Tirkiye û ya Bakurê Kurdistanê belav kir.
Li gorî nexşeyê, li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf, baran û bayê gur tê pêşbînîkirin.
Welatî hatin agahdarkirin da ku li hemberî karesatên xwezayî baldar bin.
Hişyariya barana dijwar û şilopeyê
Birêvebiriyê destnîşan kir ku îro ji demjimêrên nîvro û pê ve û sibe baraneke dijwar tê pêşbînîkirin.
Ev hişyarî ji bo parêzgehên Erdexan, Erzingan, Erzirom, Qers, Agirî û Çewligê hat dayîn.
Li derdora Erdexanê baran dê veguhere şilope û berfê.
Li parêzgehên wekî Erzirom, Qers û Agiriyê jî li herêmên nizm baran lê li lûtkeyên çiyan berf û şilope dê bibare.
