Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê keçeke 14 salî bi îdiaya ku bavê wê destdirêjî lê kiriye, kêr li qirika bavê xwe da û ew kuşt.
Keçik piştî bûyerê çû navenda polîsan û xwe radest kir.
Bûyer roja înê li taxa Guzel Vadiyê ya parêzgeha Dîlokê çêbû.
Li gorî agahiyan keça 14 salî E.B.yê bi kêrê êrişî bavê xwe Alî B.yê 42 salî kir.
Alî B.yê ku ji qirika xwe birîndar bûbû bi derba kêrê ket û mir.
Piştî bûyerê, E.B. rasterast çû navenda polîsan û xwe radest kir û li tawana xwe mikûr hat.
