Hewlêr (Rûdaw) - Dosyeya Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî îro ji bo lêkolînê gihîşt 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Silêmaniyê.
Lê belê dadwerên dosyeyê hîn ti biryar li ser nedaye.
Qadir Axa Mentikê ku yek ji parêzerên girtiyên Lalezarê ye, Rûdawê re şitexilî.
Parêzerê dozê got, "Dosyeya Kak Lahûr û girtiyên din gihîşt dadwerên 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Silêmaniyê lê belê wan hîn biryarek li ser nedaye."
Qadir Axa Mentik da zanîn ku dadwer niha mijûlî xwendina kaxez û belgeyan e. Tê çaverêkirin ku di nava vê hefteyê de çarenivîsa dozê were diyarkirin.
Daxuyaniya Lahûr Şêx Cengî û greva birçîbûnê
Lahûr Şêx Cengî 19ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kiribû.
Parêzerê Lahûr Şêx Cengî gotibû, "Ev 8 meh in, dûrî hemû kevneşopiyên dezgehî û yasayî em bi neheqî hatine zindanîkirin."
Şêx Cengî di peyama xwe ya ji zindanê de îdîa kiribû ku zextên Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser dadgeh û dezgehan hene.
Wî diyar kiribû ku ev zext rê li ber çûna dosyeyê ya ji bo Dadgeha Temyîzê digirin.
