Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya balafirgehên Kirmaşan û Urmiyeyê yên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku piştî rakirina sînordarkirina geştên asmanî li Îranê, dê sibe geştên ji Tehranê ber bi her du bajarên Rojhilatê Kurdistanê ve dest pê bikin.
Birêvebirê Giştî yê Balafirgeha Navneteweyî ya Kirmaşanê Mucteba Beyatî îro got, "Bi vekirina asmanê herêmên navendî û rojavayê welêt re, asmanê parêzgeyê jî dê ji geştên asmanî re were vekirin û rewş dê asayî bibe."
Mucteba Beyatî da zanîn ku geşta ewil a asmanî ya di navbera Tehran-Kirmaşan û berevajî wê de dê roja duşemê bi rêya kompanyaya Qeshm Airê pêk were.
Birêvebirê Giştî yê Balafirgeha Navneteweyî ya Kirmaşanê her wiha got, "Hemû amadekarî ji bo destpêkirina geştan temam bûne."
Li aliyê din, Birêvebirê Giştî yê Balafirgeha Navneteweyî ya Urmiyeyê Ezîm Tehmasebî jî ragihand ku dê geştên Balafirgeha Urmiyeyê sibe dest pê bikin.
