Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê piştî ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) parêzgarî radestî Tirkmenan kir, Parêzgarê nû Mihemed Saman Axa tenê çend rojan piştî destbikaribûna xwe biryarnameyek weşand û du desthilatên sereke yên alîkarê xwe jê standin.
Bi biryarnameya parêzgarê nû yê Tirkmen "Daîreya Kar û Barên Emlak û Welatîbûnê" û "Daîreya Destûrên Ewlehiyê" careke din bi postê parêzgariyê ve tên girêdan.
Her du daîreyên ku berê di bin desthilata alîkarê parêzgar de bûn, dê ji niha û pê ve rasterast rapora xwe bidin parêzgarê nû.
Li gorî belgeya fermî ya 23yê Nîsanê ku Rûdawê ew bi dest xistiye, ev biryar ji gelek saziyên dewletê re û her wiha ji postê alîkarê parêzgar re jî hatiye şandin.
Li gorî Qanûna Encumenên Parêzgehan a Îraqê, parêzgar xwedî wê desthilatê ne ku desthilatên îdarî dewrî alîkarê xwe bikin an jî ji wan bi paş ve bistînin.
Du berpirsên birêvebiriya xwecihî ya Kerkûkê ku nexwestin navên wan werin eşkerekirin, ji Rûdawê re dan zanîn ku berî Mihemed Saman Axa di 16ê Nîsanê de dest bi kar bike, ev daîre ji aliyê alîkarê parêzgar ve dihatin birêvebirin.
Parêzgarê nû Mihemed Saman Axa ku Serokê Eniya Tirkmenî ya Îraqê ye, hat şûna parêzgarê berê yê Kurd Rêbiwar Taha.
Rêbiwar Taha niha wekî alîkarê parêzgar kar dike.
Di destpêkê de cuda axivîbû
Ev pêngav, bi daxuyaniyên berê yên Mihemed Saman Axa re nakok e.
