Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hamadeh bi telefonê axivîn.
Di pêwendiya telefonî de bipêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan li ser bandor û encamên rewşa heyî ya herêmê û bi taybetî bandora wê ya li ser Îraq û Herêma Kurdistanê nêrînên xwe anîn zimên.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de "Tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştgiriya Kongreyê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê ya di warên cuda de hat kirin."
