Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, ji ber venekirina rêya Colemêrg û Wanê xwenîşandanek saz kir.
Ev rê ji 11ê Nîsanê ve ji ber hezaz û herifîna axê girtî ye.
Platformê ragihand ku ji ber girtina rê nexweş nagihîjin nexweşxaneyan û welatî neçar in rêya xwe 10 demjimêran dirêj bikin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ku ji gelek sazî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr pêk tê îro xwenîşandanek kir.
Platform bi beşdariya hejmarek welatiyan li navenda bajarê Wanê kom bû û girtina rêya sereke ya di navbera Wan û Colemêrgê de protesto kir.
Beşdaran pankarteke bi nivîsa “Rêya Colemêrg-Wanê girtî ye, çûn û hatin nayê kirin” vekir.
Wan bal kişand ser mexdûriyeta xelkê herêmê û xwest ku ew rêya ku nêzîkî sê hefteyan e girtî ye, di demeke kurt de bê vekirin.
“Girtina rêyê veguheriye krîzeke mirovî”
Birêvebirê DEM Partiyê Yakup Almaç li ser navê platformê daxuyaniyek da û rexne li bêdengiya hikûmetê girt.
Almaç destnîşan kir ku ev rewş ne tenê pirsgirêkeke veguhastinê ye, belkî veguheriye krîzeke mirovî jî.
Yakup Almaç wiha pê de çû, “Ev 20 roj in miletê me di bin metirsiyê de ye.
Veguhastina nexweşan rawestiyaye û gihîştina xizmetên tenduristiyê yên awarte gelekî dijwar bûye.
Ji ber derengketina di şandina cenazeyan de, di nav civakê de birînên kûr çêdibin.
Wan û Colemêrg ji bo me ne du bajarên ji hev cuda ne.
Ev herêmek e ku qedera bi sed hezaran mirovî bi hev ve girêdayî ye.”
Rêya 3 demjimêran bûye 10 demjimêr
Yakup Almaç bal kişand ser wê yekê ku ji ber girtina rê, welatî neçar in di ser Şirnexê re derbasî Wanê bibin û anî zimên:
“Rêya ku di rewşa asayî de 3 demjimêran dikişîne, niha bi derbasbûna di ser Şirnexê re gihiştiye 10 demjimêran. Ev binpêkirina mafê jiyanê ye.
Desthilata ku bi çêkirina rêyan pesnê xwe dide, îro bajarek bêalternatîf hiştiye. Ev ne karesateke xwezayî ya neçaverêkirî ye.
Me gelek caran hişyarî dabû ku zemînê vê herêmê lawaz e û metirsiya herifîna axê heye.
Lê belê li şûna çareseriyeke mayînde, tenê bi tedbîrên demkî milet dixapînin.”
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku venekirina rêya Colemêrgê nîşaneya xemsariya bi salan e û hat gotin:
“Ev krîz ne qeder e, ev bijardeya desthilatê ye. Xelkê Wan û Colemêrgê veguhastineke biewle dixwaze.
Divê ji midaxaleyên demkurt derbas bibin û ev pirsgirêka dîrokî bi temamî were çareserkirin.”
Li şûna 194 kîlometreyan, 540 kîlometre
Rêya sereke ya Wan û Colemêrgê ji 11ê vê mehê ve ji ber hezaz û herifîna axê hatiye girtin.
Ji bo vekirina rê xebat didomin. Niha li devera Gezneyê bi awayekî demkî rêyeke alternatîv ji bo çûn û hatina di navbera her du parêzgehan de hatiye vekirin.
Lê belê ji ber xirabiya rê welatî rûbirûyî zehmetiyan dibin.
Niha rêya Wan û Şirnexê vekirî ye û Colemêrgî dikarin di wê rêyê re jî biçin Wanê.
Lê ji bo ku bigihin Wanê, divê derdora 540 kîlometreyan bi rê ve biçin.
Her wiha divê her sê parêzgehên wekî Şirnex, Sêrt û Bedlîsê derbas bikin.
Ev jî di demekê de ye ku ew rêya girtî tenê 194 kîlometre ye.