Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Miçîçê yê navçeya Geverê ya
parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê pirsgirêka kêmaviyê heye.
Şêniyên gund diyar dikin ku ji ber xerabûna kanala avê ew
rastî zehmetiyên mezin tên.
Nêzîkî 70 malbat li wî gundî dijîn û ji bo debara xwe bi
awayekî rasterast pêwîstiya wan bi wê kanala avê heye.
"Di kanalê de çîmento nehatiye bikaranîn"
Muxtarê gund Ayhan Ak diyar kir ku kanal beriya 3 salan
hatiye çêkirin lê ji ber ku bi awayekî baş nehatiye çêkirin zû xera bûye û got:
"Her du aliyên kanalê xera bûne, ji ber ku bi temamî ji
qûmê hatiye çêkirin û qet çîmento tê de nehatiye bikaranîn.
